Ahmet Aydın
03 Sibat 2020•Rojanekirin: 03 Sibat 2020
Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu li Ciddeyê digel Wezîrê Karê Derve yê Filistînê Riyad Malikî civiya.
Wezîr Çavuşoglu bi mebesta beşdariya civîna "Komîteya Îcraya Acil a Bi Beşdariya Vekirî" ya ku Civaka Hevkariya Îslamî di asta wezîrên derve de li dar dixe li Ciddeya Erebistana Siûdî ye.
Çavuşoglu di çarçoveya serdanên xwe yên li Ciddeyê de bi hevtayê xwe yê Filistînî Malikî re civiya.