Türkan Tosun
30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Berpirsê Peywendiyên Derva yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Felah Mistefa daxuyand ku beriya ew biryara referandumê bidin wan agahî daye Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û rayedarên din.
Felah Mistefa li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê niqaş û bertekên referanduma ku wê di 25ê îlonê de çêbibe de axîvî.
Mistefa destnîşan kir ku civaka navneteweyî bi eşkere li dijî referandumê nîne, bertek û niqaş jî ber roja referandumê de ne.
Mistefa got Serokwezîrê Iraqê Ebadî bi awayekî hişk dibeje ku referandum dijî zagonê ye û ewê encama wê qebûl nekin û wîha dewam kir: "Referandum ji bo her kesê ku şika wî ji Herêma Kurdistanê heye bersivek e. Ji ber vê beriya her tiştî ji Ebadî û rayedarên li Bexdayê ne re der barê referandumê de agahî hat dayîn."
Ji bo bertek û çareseriya pirsgirêkan Mistefa got bi biryara Lijneya Bilind a Referandumê wê heyetek bê avakirin û ev heyet wê ewil here Bexdayê û paşê jî wê here welatên cînar û hevdîtinan pêk bîne.
Serokwezîrê Iraqê Ebadî roja çarşemê daxuyaniyek dabû û gotibû referanduma HKIyê dijî zagonê ye û ji ber wê ewê encama vê referandumê qebûl nekin.
Serokê HKIyê Mesud Barzanî di 7ê hezîranê de daxuyandibû ku referanduma serxwebûnê wê di 25ê Îlona 2017an de were kirin.