Türkan Tosun
25 Nîsan 2023•Rojanekirin: 26 Nîsan 2023
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand ku Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan, bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Parastinê yê Îranê Mihemed Reza Aştiyanî, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebbas û serokên îstixbaratê yên Rûsya, Îran û Sûriyeyê li Moskovaya paytextê Rûsyayê civiyan.
Ha hat gotin di civîna çar alî ya di navbera Tirkiye-Rûsya-Sûriye û Îranê da behsa hin mijarên sereke hat kirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di civînê da gavên berbiçav yên ji bo ku têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê normal bibin hatin axaftin. Mijara têkoşîna dijî komên tundrew û rêxistinên terorê yên li ser axa Sûriyeyê hat axaftin. Ji bilî vê, behsa hewldanan yên ji bo ku koçberên Sûriyeyî vegerin li ser axa xwe jî hat kirin. Aliyan teyîd kirin ku ew rêzê nîşanî yekîtiya axa Sûriyeyê didin. Di encama civînê ya ku baş derbas bû da hat gotin divê li Sûriyeyê û tevahiya herêmê îstiqrar çêbibe, ev îstiqrar û civînên çar alî yên wiha girîng dewam bikin."