İbrahim Atmaca
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
MUŞ
Aydin Çelîk li Tandogana gundê ser navenda Mûşê çêwlika mirîşkan ava kiriye û jê ra rojê 53 hezar hêk tên.
Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 24 sal berê di Fabirqeya Şekir a Mûşê da dixebitî û ji fabirqê derket û çêwlika mirîşkan ava kir.
Çelîk diyar kir, wî karê xwe peyder pey mezin kir û îro çêwlika wî li ser 30 hezar donim eraziyî ye û tê da 15 kes dixebitin. Çelîk got ku ji 58 hezar mirîşk rojê 53 hezar hêkî dikin û wiha dewam kir: "Me di sala 1993yan da ji sektora taybet êm kirî. Me paşê bi xwe fabirqeya xwe ya êm ava kir û êmê me ji fabirqeya me tê."
Çelîk destnîşan kir, piştî 18 mehan şûn da xêr û bera mirîşkan ji sedî 60 kêm dibe û wiha dewam kir:
"Ji ber vê yekê em mecbûr dimînin û mirîşkan dikirin. Em li çêwlika xwe jî 30 hezar cûcikan mezin dikin. Em hêkan ji navenda Mûşê û navçeyên wê ra û Bitlîs, Wan, Bîngol, Diyarbekir, Sêrt û Batmanê ra dişînin. Ji bo paqijiya hêkan em bi makîneyê wan berhev dikin. Tenê dema ku em wan dixin koliyan dest pê dikeve."