10 Adar 2016•Rojanekirin: 12 Adar 2016
KERKÛK
Li Tazexûrmatûya bajaroka bajarê Kerkûka Iraqê grûbekê ji ber ku DAEŞa rêxistina terorê bi çekên kîmyewî va êrîş dike û hikûmeta navendî ya Iraqê bê deng dimîne, rêya Bexda û Kerkûkê girt.
Xepêşandêrên ku rêya Bexda û Kerkûkê ji trafîqê ra girt, ji bo ku nehêlin wesaît herin û werin barîkat danîn û agir vêxistin. Xwepêşandêran rêya bajarokê jî girt û pankart vekirin da ku hikûmet wan bibihîze, hereket bike.
Organîzatorê çalakiyê Hilmî Hemîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "DAEŞa rêxistina terorê ji gundê Beşîriyê fîşengên hewan û moşekên kaytûşayê ku tê da xaza xerdalê hene, diavêjin bajaroka me. Divê bila her kes bizanibe ku rewş cidî ye. Heke talûkeya li ser gelê me ranebe, em ê santrala ceyranê ya ku ceyran jê diçe gelek herêmên welêt jî bigrin."
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm duh daxuyandibû ku DAEŞa rêxistina terorê hewan avêtin bajaroka Tazexûrmatûyê û di nav hin fîşengên hewanê da madeyeke kîmyewî hat tesbîtkirin. Ji ber êrîşê bêhna gelek welatiyan çikyabû û çermê wan şewitîbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê.