Haydar Şahin
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
WASHINGTON
James Jeffreyê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê diyar kir ku ji bo hetanî dawiya salê Komisyona Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê were avakirin Rûsyayê berpirsyar dibînin.
Jeffreyê Nûnerê Taybet di civîna çapemeniyê ya li Wezareta Karên Derva da rewşa dawîn a li Sûriyeyê nirxand.
Jeffrey got armanca Amerîkayê ew e ku li rexberî biryarên di lûtkeya çaralî ya di malxwedîtiya Tirkiyeyê da li Stenbolê bi beşdariya Fransa, Rûsya û Almanyayê hat lidarxistin da hatine dayîn hetanî dawiya salê li Sûriyeyê komisyona qanûna bingehîn were avakirin û wiha pê da çû: "Em ji bo hetanî dawiya salê Komisyona Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê were avakirin Rûsyayê berpirsyar dibînin ku soza hatibû dayîn were girtin û hêviya me ew e ku Rûsya tesîra xwe ya li ser rejima Şamê bi kar bîne û rejimê bîne ser maseyê."
Di malxwedîtiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan da bi beşdariya Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê, Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê û Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê li Stenbolê civîna li ser Sûriyeyê hatibû lidarxistin.