08 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
Serokwezîr Yildirim: "Hem DEAŞa rêxistina terorê hem PKKya rêxistina terorê hem jî FETO ne tenê meseleya Tirkiyeyê ye, di heman demê da hem meseleya vê herêmê, hem ya Iraqê, hem ya Sûriyeyê ye."
Serokwezîr Yildirim: "Êrîşên ku PKK ji ser axa Iraqê dijî welatê me li dar dixe, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di vê mijarê da çi hewce dike dê bên kirin. Herwiha em bi tu awayî qebûl nakin ku ev rêxistina terorê ber bi rojava belav bibe û li herêma Şingalê xwe bicih bike."
Serokwezîr Yildirim: "Emê tu carê destûrê nedin ku PYD li Sûriyeyê li gor kêfa xwe tevbigere. Pêşmerge û erebên ku li wir dijîn ji cihên wan dûrxistin, ew dagîrkirin bû. Navê xwe çiqasî digûherînin bila bigûherînîn, em dizanin ew çi dikin. Ev ji PKKê hatine. Bi nav guherandinê ve hûn nikarin bingehê jî biguherînin. PKK musawîyê PYDyê, musawî yê YPGyê, heman tiştin."
Serokwezîr Yildirim: "(Bi Serokê HKIyê Mesûd Barzanî ra di civîna çapemeniyê da) Di mijara girtina dibistanên FETO, yên li Hewlêrê da ji bo piştgiriya we ez sipasdar im. Hesasiyeta me ya li vê derê pir eşkere ye; bila zirar negihêje xwendekaran, lê xwedî û rêveberên van ku elemanên rêxistina terorê ne, bên tesfiyekirin."
Serokwezîr Yildirim: "(Hebûna PKKyê ya li Şingalê) Ev mijareke ewlekariyê ye. Helbet ne bi tenê ya Tirkiyeyê ye, di heman demê da mijara ewlekariya we ye jî (Herêma Kurdistanê). Herwisa mijara ewlekariya Iraqê ye û ya Hikûmeta Navendê ye jî. Ji ber hindê li vir pêwîstî bi xebateke hevbeş heye. Em vê ji dostên xwe yên ewropî û amerîkayî ra jî dibêjin."