Haydar Şahin
21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
LONDRA
Li gor Rapora 2018an a Alîkariya Mirovahî ya Navneteweyî par herî zêde Tirkiyeyê alîkariya mirovahî daye.
Li gor Rapora Rêxistina Însiyatîfên Pêşketinê ya li Îngiltereyê ya ku her sal nexşeya alîkariyê mirovahî ya li dinyayê derdixe, Tirkiyeyê par 8,07 milyar dolar alîkarî da û kete rêza ewil.
Li gor rêzê Amerîkayê 6,68 milyar dolar, Almanyayê 2,99 milyar dolar, Îngiltereyê 2,52 milyar dolar, saziyên Yekîtiya Ewropayê 2,24 milyar dolar alîkarî dan.
Dema rêjeya serjimar û alîkariya hatiye dayîn tê muqayesekirin Tirkye bi rêjeya ji sedî 0,85an va di rêza ewil da cî digre. Rêjeya Norwêç û Luksemburga ku nêzî Tirkiyeyê ne jî ji sedî 0,17 derket. Rêjeya Amerîkayê ji sedî 0,04 e û bi vê rêjeyê va di rêza 19an da cî digre.
Di raporê da hat destnîşankirin ku li dinyayê ji 134 welatan 201 milyon kes hewcedarê alîkariya mirovahî ne, piraniya van kesan jî li Sûriye, Yêmen û Tirkiyeyê ne.