Nihat Kavşut
08 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Di bûyerên tundiyê yên li Hamburga Zîrweya Serokan a G20ê tê kirin da hejmara polêsên birîndar derket 213an û hejmara çalakvanên hatin binçavkirin jî derket 265an.
Polêsên Hamburgê der barê bûyerên derketin da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin di bûyerên tundiyê yên li Hamburga Zîrweya Serokan a G20ê tê kirin da hejmara polêsên birîndar derket 213an û hejmara çalakvanên hatin binçavkirin jî derket 265an.
Li Hamburgê li herêma Schanzenviertelê ya navenda xwepêşandan û çalakiyan e do êvarê bûyerên tundiyê derketin û çalakvanan bi molotof, hesin, dar, ço, lewha, kevir û şûşeyên cam êrîşî polês û dikanên derdorê kirin.

Di bûyeran da çalakvan bi dar û molotofan derketin der banê avahiyan û polêsan midaxele kir.
Li herêmê qederê 500 çalakvan markêtekê talan kirin.
Li gor daxuyaniya polêsan do êvarê 63 kes hatin binçavkirin û jê 14 kes jî hatin girtin.
Hê der barê çalakvanên birîndar bûne da daxuyanî nehatiye dayîn.