Nihat Kavşut
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Bi girî 15 parlamenterên xwe ji bona nobedariyê şandin partiyeke din. Niha jî ji hilbijêrên xwe ra dibêjin ku ji bona nazmedên serokomariyê yên partiyên din li lijneyên hilbijartinê bixebitin û vê rewşê jî bi demokrasiyê îzah dikin. Li tu dereke dinyayê di nav rêgezên demokrasiyê da rêgezeke wiha tuneye ku bi hesabên endezyariya siyasî parlamenter û hilbijêr bên bazarkirin. Tirsa min ew e ku di dawiya vî karî da CHPê bi temamî derxin firotinê."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Erdogan diyar kir ku heta niha mixalefeteke serkeftî derneketiye pêşberî AK Partiyê û wiha got: "Ji bona 16 salên ku derbas bûn heyfa min tenê ew e ku mixalefeteke li gorî me derneket pêşberî me."
Serokomar Erdogan bal kişand ser 15 parlamanterên ku ji CHPyê derbasî ÎYÎ Partiyê bûn û wiha axivî: "Bi girî 15 parlamenterên xwe ji bona nobedariyê şandin partiyeke din. Niha jî ji hilbijêrên xwe ra dibêjin ku ji bona nazmedên serokomariyê yên partiyên din li lijneyên hilbijartinê bixebitin û vê rewşê jî bi demokrasiyê îzah dikin. Li tu dereke dinyayê di nav rêgezên demokrasiyê da rêgezeke wiha tuneye ku bi hesabên endezyariya siyasî parlamenter û hilbijêr bên bazarkirin. Tirsa min ew e ku di dawiya vî karî da CHPê bi temamî derxin firotinê."
Erdogan der barê kesên ku ji AK Partiyê cuda bûne da wiha got: "Kesên ku berê em bi hev ra tevgeriyan û peyra armanc û rêyên curbecur dan ber xwe me ji wan ra got 'oxir be'. Di encamê da wek mayîn tiştek ji destê me nedihat û me wisa kir."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser Projeya Biratiyê û Yekîtiya Neteweyî û wiha peyivî: "Ji bo serkeftina Projeya Biratiyê û Yekîtiya Neteweyî me çawa bi dilsozî hewl da, bi heman awayî dema me rêxistina terorî di xendeqan da çal kir û di şikeftan da berteref kir jî em dilsoz bûn."
Erdogan ji bona daxuyaniya ku tê da hat diyarkirin divê ji Qur'ana Pîroz ya hin îfade û gotin werine derxistin wiha peyivî: "Beriya her tiştî hûn kî ne ku êrîşê tiştên me yên pîroz dikin. Em dizanin ku hûn çiqas kirêt û bêbext in. Jixwe hûn li her derê wiha dikin û we berê jî kiribû. Em teze we nas nakin. Hûn çiqas tiştên wiha bikin jî em ê bi heman zimanî êrîşî tiştên we yên pîroz nekin. Lewra em wekî we kirêt û bêbext nînin."