17 Sibat 2016•Rojanekirin: 18 Sibat 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş der heqê êrîşa terorê ya ku li Enqerê hat kirin da daxuyanî da. Kurtulmuş di daxuyaniya xwe da wiha got:
"Îro li Enqerê di saet 18.31ê da dema ku wesaîtên servîsa personelên me yên leşkerî li ser Bûlwara Înonuyê di lembeyên trafîkê da sekinîbûn, bi wesaîteke bombebarkirî va êrîş li wan hat kirin. Mixabin li gor agahiyên ku hatin destê me 28 welatiyên me mirin. Di nav kesên ku wefat kirin da birayên me yên esker jî hene, sivîl jî hene. Em wisa texmîn dikin."
Kurtulmuş got: "Hemû dane tên nirxandin. Em hê nizanin ku kê ev êrîş kir. Hê daxuyaniyeke wiha jî nehatiye dayîn. Di demeke kurt da kê piştgirî daye vê êrîşê û kê kir, wê derkeve holê. Ev êrîş tenê li dijî personelên me yên ku di otobêsên servîsan da ne, nehat kirin. Ev êrîşa bêşeref, xaîn, sînsî bi awayekî eşkere li dijî hemû milletê me yê ezîz hat kirin. Em kesên ku ev êrîş kir, wan lenet dikin.
Kurtulmuş qala midaxalekirina ewil kir û wiha got:
"Piştî ku bûyer çêbû, sê deqqe şûnda ambulansên me sewqî cihê bûyerê kirin. 32 ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyan. Yekeyên lêkolînkirina cihê bûyerê di demeke kurt da hatin cihê bûyerê û paşê bi serokatiya Serdozgerê me yê Komarê yê Enqerê va 7 dozgeran dest bi jêpirsîna bûyerê kir."
- Îdiaya teqîna duyemîn
Kurtulmuş der heqê îdiayên teqîna duyemîn da wiha got:
"Hat gotin ku li Enqerê bombeyên din jî teqiyan. Ev gotin li ser medyaya sosyal jî tên parvekirin. Ez pir eşkere dibêjim, îro li Enqerê teqîneke duyem çêbû, lê ew teqîn ne bombe bû. Hêzên me yên ewlehiyê şik birin ser pakêtekê û ew teqandin. Li tu derê dinyayê, tu rêxistinên terorê ji sê çar kesan pêk nayên. Li pişt van hemû çeteyan piştgir hene û ev di nav demên dûr û dirêj da piştgirî tê dayîn. Li ku dera dinyayê êrîş hebin jî wiha ye. Em vê dizanin. Ev li dijî milletê me hatiye kirin û êrîşeke xaîn û namerd e. Em dibînin ku ev êrîş jî pir baş hatiye plankirin."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş li ser têkoşîna terorê jî wiha axivî:
"Em ê tu carî dev ji biryardariya xwe ya mijara têkoşîna terorê bernedin. Tiliya kê di vê bûyerê da hebe, piştgiriya kê di vê bûyerê da hebe, em ê derxin holê. Em ê hesabê van hemûyan bipirsin. Bila tu kes Tirkiyeyê bi destê rêxistinên terorê terbiye neke, eyarê nede Tirkiyê. Tiştekî wiha nebûye, wê nebe jî. Em ji welatiyên xwe daxwaz dikin ku bila sakîn bin, kê dibe bila bibe, bila li peyê bangewaziyên provakasyonê nekevin, bi tedbîr bin, prîmê nedin provokasyonan."