18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
PORTOVIEJO
Hat ragihandin ku di erdheja li Ekvadorê ya ku roja şemiyê qewimî û lerza wê 7,8 e da heta niha 272 kes mirin. Alîkarê Serokê Dewletê Jorge Glas ragihand ku di erdheja herî mezin a ku ji sala 1979an vir da li welat qewimiyê da bêtirî 2 hezar û 500 welatî birîndar bûn.
Glas çû seredana Mantaya ku yek ji wan bajaran e ku di erdhejê da herî zêde xesar lê çêbû û li vir bangî gel kir ku bihêz bin û bibin yek.
Ji ber ku heya niha hê jî xwe negihandine hin deverên gundnîşîn, ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.
- Xelkê şeva xwe li derva derbas kir
Piştî erdhejê ji ber ku 230 hejên dumahîk jî qewimîn, xelkê şeva duyemîn jî li derva derbas kir. Di erdhejê da bajarên ku herî zêde lê xesar çêbû Manta, Portoviejo û Guayaquil in. Li van bajaran nikarin ceyran û avê bidin bi hezaran malan.
Li deverên ku erdhej çêbû, seba ku dizî û talan neyê kirin bêtir leşker û polês şandin.
- Sed û heyştê mehkûm ji girtîgehê baz dan
Di vê navberê da hat ragihandin ku ji girtîgeheke nêzîkî Portoviejoyê 180 mehkûmî baz dan.
Li dû erdhejê digel Yekîtiya Ewropayê gelek welat û dezgehên nêvdewletî yên mîna Venezûela, Kolombiya, Perû û Meksîkayê alîkarî şandin Ekvadorê.