Haydar Şahin
15 Tebax 2020•Rojanekirin: 16 Tebax 2020
Meryem El Haca 45 salî ya ji ber êrîşên rejima Esed û Rûsyayê heşt meh berê bi 7 zarok û 2 neviyên xwe ra ji Îdlibê koçî Cerablûsê kir di konê 9 qeremêtroyî da têkoşîna jiyanê dide.
Malbata El Hacê di berfanbara 2019an da ji bo xwe ji êrîşên artêşa rejimê û Rûsyayê xilas bike ji Îdlibê koçî Cerablusa bi Herekata Mertalê Feratê ji DEAŞa rêxistina terorê hatibû paqijkirin kir.

Meryem El Hacê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi 7 zarok û 2 nevîyên xwe yên dergûş va nikarin di konê 9 qeremêtroyî da bi cî bûn.
Hacê destnîşan kir ku zivistanê di konê pîne yê têda sobe tune da derbas dikin û wiha axivî: "Ji êrîşên li ser Îdlibê revîn û me xwe xilas kir lêbelê têkoşîna me ya jiyanê li vê derê dewam dike.

Hacê got havînan jî ji ber germê nikarin di konê xwe da bimînin û wiha pê da çû: "Havînê hundirê konê zehf germ dibe em xwe diavêjin malên cînaran. Bi şev jî ji tariyê ditirsin. Em kon bi lambeya sonar a xêrxwazan bexşandin va ronî dikin. Deriyê konê me tune em ditirsin ku ji derva xetere were."
Hacê got ku li mala wan ciyê lê xwarinê çêbikin tune ji bo vê her roj li mala cînarekî xwarina xwe çêdikin û wiha axivî: "Dîsa jî ji bo halê xwe ji Xwedê ra şikir dikin, ji bo vegerin mala xwe û di aştiyê da bijîn dia dikim."