Abdullah Tel
11 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2020
Li Iraqê ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) heta niha 3 hezar û 55 kes mirin.
Wezareta Hawirdor û Tenduristiyê ya Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku li seranserê welêt di nav 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 95 kes mirin û hejmara miriyên ji ber şewbê jî gihîşt 3 hezar û 55an.
Li Iraqê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê jî 2 hezar û 734 zêde bû û gihîşt 75 hezar û 194an.