Türkan Tosun
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
MÛSIL
Ajansa Ewlehiyê ya Rêvebiriya Herema Kurdistana Iraqê daxuyand ku hêzên Iraqê ji aliyê bakurê rojavayê Mûsilê va êrîşî pêşmergeyan kir.
Ajansê daxuyand ku hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ji deriyê sînor ê Rebîayê ya ku li ser sînorê Sûriyeyê ye rê ketine û ber bi bajaroka Mehmûdiyeyê va diçin.
Di daxuyaniyê de hat gotin pêşmergeyan li gundê Eyn Uwaysê zirar dan 2 tankên Heşdî Şebî.
Hat gotin armanca hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ew e ku ji deriyê sînor ê Rebîayê ya ku 35 kîlomêtro nêzîkî Dihokê ye ew xwe bigihînin deriyê Pêşxabûrê.
Pêşxabûr ji bo derbasbûna Sûriyeyê deriyekî nefermî ye.
Hêzên Iraqê duh li deriyê sînor ê Rebîayê ya bakurê rojavayê Mûsilê ye kontrol bi dest xistibûn.