01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
QUDIS
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîberman daxuyand ku di navbera wan û Hamasê de dibe ku pevçûneke biçek a nû çêbibe.
Li gor çapemeniya Îsraîlê, Lîberman çû ziyareta cihên ku li ser sînorê Xezeyê ne û li wir bi şaredaran ve hat bal hevdu.
Lîberman ji bo rewşa bêdengiyê ya li van deran got ku ev aramî mirov dixapîne û anî ziman ku di navbera wan û Hamasê de dibe ku pevçûneke biçek a nû çêbibe.
Lîberman got ku Hamas û komên din ên li Xezeyê dev ji daxwaza xwe ya zirarê bidin Îsraîlê bernadin û heke li hember wan tiştek bê kirin ewê bedela vê bi awayekî giran bidin.
Wezîr Lîberman anî ziman ku heke derfet bikeve destê Hamasê ew qet texsîr nake û wê êrîşê Îsraîlê bike.
Xeze bi salan e ji hêla Îsraîlê ve hatiye dorpeçkirin. Îsraîlê di 7ê tîrmeha 2014an de êrîşeke ku 51 rojan dewam kir biribû li ser Xezeyê. Di van êrîşan de 2 hezar û 158 filistînî miribûn, ji 11 hezaran zêdetir kes birîndar bûbûn. Ji ber van êrîşan bi hezaran avahî hilweşiyabûn û bi hezaran avahiyan jî zirar dîtibû.