18 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
ANKARA
Derket holê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê li dijî rêxistina terorê PYD/PKKyê dike da du mensûbên rêxistinê yên Ewropî hatin berterefkirin.
Di hin agahiyên ku li ser medyaya civakî der heqê terorîstên ku di operasyona li Efrînê da bi destê Artêşa Tirkiyeyê hatin berterefkirin hatin belavkirin da hin şexsên Ewropî jî xuya kirin.
Li gorî vê, di operasyonê da Samuel Prada Leonê ji Îspanyayê ku nasnavê wî "Baran Galicia" ye û Olivier Francois Jean Le Claincheê Fransî ku nasnavê wî "Kendal Breizh" e hefteya çûyî hatin berterefkirin.
Ji xeynî vê, derket holê ku terorîstê bi navê Sjoerd Heeger ku ji Hollandayê ye û nasnavê wî jî "Baran Sason" e, li rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Iraqê di pevçûnên bi artêşa rejima Esed û hêzên Îranî da hatiye kuştin.
Tê zanîn ku di nava PYD/PKKyê da ji welatên Ewropa û ji Amerîkayê gelek terorîstên biyanî hene. Welatên Rojava der heqê terorîstên ku tê tesbîtkirin di nava DEAŞê da şer kirine da şopandina îstixbarî û edlî dikin, lêbelê der heqê kesên ku tevlî PYD/PKKyê dibin û paşê vedigerin welatê xwe da miemeleyeke cuda dike. Rayedarên Rojavayî ji ber ku PYD/PKKyê wekî tehdîdekî nabînin der heqê van kesan da lêpirsînê venakin, heke vekin jî lêpirsînên formalîte vedikin.