Mücahit Aydemir
13 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2023
Di pevçûnên bakurê Xeta Xezeyê da jê 5 serefser, 10 eskerên Îsraîlê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, navê albayek û 2 eskerên ku di pevçûnên li Xeta Xezeyê da hatin kuştin diyar bûn. Hat daxuyandin di 24 saetan da 10 eskerên Îsraîlê hatin kuştin, 19 esker jî birîndar bûn.
Hat gotin di 24 saetan da li Xezeyê 10 eskerên Îsraîlê hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.
Ji 27ê Cotmehê ya ku hereketa bejayî ya Îsraîlê dest pê kir û vir va hejmara eskerên hatin kuştin gihîşt 115yan, yên birîndar bûn jî derket 619yan.
Hat daxuyandin hejmara eskerên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir va hatin kuştin bû 444, yên birîndar bûn jî gihîşt 1704an.