Midûrê Tipa Edlî yê Mûsilê Welid Casim di daxuyaniya xwe de got ku di pevçûnên navbera hêzên artêşê û milîtanên de gelek polês û leşker hatin kuştin û termê 128 kesan anîn Tipa Edlî.
Casim got ku termê mirovan ji kuçeyan hatin berhevkirin û di lêkolîna ewil de hat dîtin ku hemû bi çekan ve hatine kuştin.
Hatibû diyarkirin ku milîtanên DÎŞIyê bajarê Nînovayê, Mûsilê û Tikrîtê bi dest xistiye û li navenda Nînovayê jî daxuyanî dabûn ku dewleta xwe ava kirine.