HEWLÊR
Hat ragihandin ku ji 10ê hezîrana ku DÎŞIyê Mûsil dagir kir heta niha, di pevçûnan da 999 pêşmerge hatin kuştin û 4 hezar û 596 pêşmerge jî birîndar bûn.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer civîna çapemeniyê çêkir û destnîşan kir ku "Ji 10ê hezîrana ku DÎŞIyê Mûsil dagir kir heta niha, di pevçûnan da 999 pêşmerge şehîd bûn û 4 hezar û 596 pêşmerge jî birîndar bûn."
Yawer diyar kir ku fermana Mesûd Barzanî heye ku hemû hêz di bin banê Wezareta Pêşmergeyan da bibin yek û wiha got: "Qeyrana aboriyê û şerê bi DÎŞIyê ra yekkirina pêşmergeyan bi derengî xist. Lê şer dewam dike."
Yawer diyar kir ku weşandina dîmenên milîtanên DÎŞIyê yên ku di şer da dimirin qedexe ye û wiha got: "Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) jî li ser vê mijarê disekine û ev mijar ji wezareta me pirs kir."
Yawer li ser pirsa li Iraqê Avakirina Hêzeke Neteweyî jî wiha got: "Pêwîstî bi Hêzeke wiha tuneye û Herêma Kurdistanê li derveyî vê mijarê ye."
Yawer bal kişnad ser rewşa Kobanêyê û wiha got: "Heger hewce bike, wê pêşmerge li herêmê bin."