İbrahim Atmaca
09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Hat ragihandin ku li bakurê eyaleta Gallera Başûr a Nû ya Awistralyayê (NSW) li gundê Rappville û herêma Ewingarê daristan dişewitin û heta niha 30 mal bi temamî şewitîn an jî xesareke giran hildan û nema tên xebitandin.
Li gor nûçeya Saziya Weşanê ya Awistralyayê agir bi qadeke nêzî 100 hezar hektarî ketiye û herî zêde zirar da gundê Rappvîlleyê.
Li gundê Rappvilleyê û herêma Ewingarê digel şewata malan, şewatê zirar da gelek wesayît, kargeh û makîneyên çandiniyê jî.
Hat gotin ku li 30 deveran şewat dewam dike.