Haydar Şahin
05 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2019
Li Iraqê di xwepêşandanên li dijî hikûmetê dewam dikin da hejmara kesên hatin kuştin derkete 100î.
Rayedarekî Wezareta Tenduristiyê yê nexwest navê wî were eşkerekirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di protestoyên li dijî hikûmetê yên li Bexdayê û gelek bajarên welêt tên lidarxistin da hejmara kuştiyan derkete 100î û hejmara birîndaran jî nêzî 2 hezar kesî bû.
Rayedar diyar kir ku di nav birîndaran da kesên rewşa wan xedar zêde ne, gel ji tirsa binçavkirin û girtinê birîndaran nabe nexweşxaneyên dewletê ji ber vê dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Di nav kesên hatin kuştin da wezîfedarên hêzên ewlekariyê jî hene.
Wekî mayîn tê gotin ku li nexweşxaneyan ji bo dermankirina birîndaran kêmasiya amûr û xwînê heye.
- Îstifaya Serokwezîr tê xwestin
Di xwepêşandanên ji bo başkirina xizmetên dewletê û îstixdamê dabûn destpêkirin da polêsan midaxeleyên tund kirin û gelek kes hatin kuştin li ser vê çalakvanan daxwazên xwe zêde kirin û îstifaya Serokwezîr dixwazin.
Ji bo kuştina welatiyan çalakvan dibêjin hêzên hikûmetê fîşengên rastî bi kar tînin, hêzên hikûmetê jî îdia dikin ku nîşangirên nediyar guleyan hem berî çalakvanan hem jî berê hêzên ewlekariyê didin.
Li Bexdaya paytextê Iraqê û bajarên li başûrê welêt ji 1ê cotmehê vir da bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên dewletê" çalakiyên protestoyê tên lidarxistin.
Ji Serokwezîrê Iraqê yê berê Ebadî banga "hilbijartina pêşwext"
- Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder el-Ebadî rageşiyên li welêt diqewimin wek hincet nîşan da û xwest ku bila "hilbijartina pêşwext" bê kirin.
Ebadiyê niha serokê Koalîsyona Nasir a di Meclisa Iraqê da ye di peyama weşand da bang kir ku bila hikûmeta di rêvebirina Serokwezîr Adil Ebdilmehdî da ye îstifa bike û hilbijartina pêşwext bê kirin.
Di peyama xwe da Ebadî got: "Ji bo rê li ber reformên ku gel dixwaze neyê girtin divê hilbijartina pêşwext heta dawiya 2020 bê kirin û hikûmeteke makezagonî ya meşrû ku bikaribe wezîfeyên xwe bi cih bîne bê avakirin."
Serokwezîrê Iraqê yê berê Ebadî ji bo darizandina kesên ku bi gendelî kirine tên sûcdarkirin jî xwest ku bila dadgeha cezayê bê avakirin.
Li Meclisa Iraqê ya ji 325 parlementerî pêk tê Koalîsyona Nasir xwedî 42 parlementerî ye û li welêt partiya sêyemîn e.
Li Iraqê bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên dewletê" li paytext Bexda û wilayetên li başûr ji 1ê Cotmehê vir va xwepêşandan tên kirin.
Di xwepêşandanên dijî hikûmetê da heta niha herî kêm 100 kes hatin kuştin.
Ji Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê bangewaziya îtidal û guftûgoyê
- Sekreterê Giştî yê NYê Antonîo Guterres der heqê xwepêşandanên li Iraqê dijî hikûmetê tên kirin da bangî hemû terefan kir û xwest ku bila bi îtidal bin û ji tundiyê dûr bisekinin
Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo xwepêşandanên li Iraqê ku dijî hikûmetê dewam dikin û heta niha hejmara kesên hatin kuştin derketiye 100î, bangî hemû terefan kir ku ji tundiyê dûr bisekinin.
Ji Berdevkiya Sekreterê Giştî ya NYê daxuyanî hat weşandin û hat gotin ku Guterres rûdanên li Iraqê ji nêz va dişopîne û ew pir li ber kesên ku di xwepêşandanan da can dan, ket.
Guterres ji bo ku li Iraqê bûyer kêm bibin him ji hikûmetê û him jî ji xwepêşandaran xwest ku bila herdu alî jî ji tundiyê dûr bisekinin û bi îtidal bin. Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo azadiya îfadeyê û mafê çalakiya aştiyane jî divê rêz bê girtin.
Rayedarekî ji Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ku ji ber hinceta ewlehiyê nexwest navê wî bê eşkerekirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di protestoyên dijî hikûmetê ku li Bexda û gelek bajarên welêt tên lidarxistin da hejmara kuştiyan gihîşt 100î û nêzî 2 hezarî jî birîndar hene.
Li Iraqê bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên dewletê" li paytext Bexda û wilayetên li başûr ji 1ê Cotmehê vir va xwepêşandan tên kirin.