27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
BÊRÛD
Rêxistina Hizbullahê ku Îran piştgiriya wê dike, li çoltera Arsala Libnanê êrişa esmanî pêk anî û di encamê da 3 penaberên sûriyeyî hatin kuştin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji penaberên sûriyeyî yên li deverê wergirt, milîtanên Hizbullahê yên ku li hêla Sûriyeyê ne, gelek roket û topên hewanê avêtin. Hin top li kampa penaberan a li herêma Wadî Hemîd ku nêzîkî sînorê Sûriyeyê ketin û di encamê da 3 penaberên ji Sûriyeyê mirin.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku êrişên rêxistina Hizbullahê ên dijî kampa penaberan dewam dike û tirsa wan heye ku hejmara miriyan zêde bibe. Di wêneyên ku li ser medyaya civakî belav bûn da xuya dike ku ji kampê dûman bilind dibe.
Li kampa li herêma Wadî Hemîdê nêzîkî hezar û 500 penaber dimînin.
Dem û dezgehên çapemeniyên yên nêzîkî rêxistina Hizbullahê îdia kirin ku êriş, li dijî hedefên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ên li herêma Wadî Hemîdê hatin lidarxistin.
- Operasyona Arsalê
Hizbullahê li rojhilatê bakurê Libnanê li çoltera Arsalê û li Fîlîta û Kalamûnê ku di hundirê Sûriyeyê da dimînin, roja înê ligel piştgiriya esmanî ya rejima Esed li hemberî Heyet Tehrîr Şam ku yek ji komên çekdar ên li herêmê ye, dest bi operasyonê kiribû.
Pevçûnên ku artêşa Libnanê têkil nabe, dewam dikin û di vê navberê da rêxistina Hizbullahê îdia kir ku ji sedî 80yê Arsalê bi dest xistiye.