Önder Beyter
09 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2019
Li Sûriyeyê di êrîşên balafirên rejima Beşar Esed ên dijî kampa sivîlan a li gundê Dêr Şerqî yê li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê da 3 jê zarok yek jê jin bi tevahî 4 sivîl hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê ku ji artêşa rejima Esed û terorîstên biyanî yên bi piştevaniya Îranê pêk tê, ji serê sibehê şûnda ji beja û asîman êrîşî navçeya Xan Şêxûnê, bajarokên Bîdama û Teftenazê û herwiha gundên Kefer Batîh, Naciye û Dêr Şerqî ku dikevin nava sînorê Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê, kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) hat wergirtin, di êrîşên balafirên şer ên rejima Esed ên dijî kampa sivîlan a li gundê Dêr Şerqî da 3 jê zarok yek jê jin bi tevahî 4 sivîl hatin kuştin, gelek sivîl jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxanyên nêzîk da ku bên dermankirin.