16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Li bakurê Sûriyeyê li herêma kêmkirina şer Îdlibê ya ku di kontrola muxalifên leşkerî û koma çekdar a dijî rejimê Heyet Tehrîr Şamê da ye, li dijî navçeyên Xan Şêxûn, Serakîb û Kefrenbîl û herwiha gundên El Xedfe, El Tuh, Tûqa û Tibeşê êrîşa asîmanî hat kirin.
Midûrê Parastina Sivîlan a li Îdlibê Mistefa Hac Yûsif di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Firokeyên cengê yên Ûris sê êrîşên asîmanî birin ser gundê Tibeş li bakurê Xan Şêxûnê. Di êrîşan da 7 sivîl mirin, 9 kes jî birîndar bûn."
Hac Yûsif destnîşan kir ku ji kesên ku di êrîşên asîmanî da jiyana xwe ji dest dan şeş jê zarok in, ya din jî jin e.
Hac Yûsif herwiha diyar kir ku ekîbên Parastina Sivîlan xebatên xwe yên lêgerîn û xelaskirinê kuta kirin, birîndar jî bo navendên tenduristiyê yên li herêmê hatin veguhestin.
Li herêma kêmkirina şer Îdlibê di êrîşên asîmanî yên ku vê meha dawîn gur bûn da zêdetirî 100 sivîlî can da, ji 210î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Parêzgeha Îdlibê ya li bakurê Sûriyeyê û li ser sînorê Tirkiyeyê di civîna Astanayê ya di 4-5ê Gulana 2017an da wekî herêma kêmkirina şer hatibû ragihandin.