Fatih Gazioğlu
15 Mijdar 2019•Rojanekirin: 16 Mijdar 2019
Li Sûriyeyê balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyaya piştgirê wê ye êrîş birin ser xetên eniya mixalifan û wargehên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ne. Di êrîşên balafirên şer ên Rûsya û rejima Esad da 7 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl jî birîndar bûn.
Rejima Esed bi top, roket û hewanan va êrîşî gundên Ureynîbe, El Bara, Belyonê û bajaroka Keferumayê yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ne kir.
ÎDLIB (AA) - Li Sûriyeyê balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyaya piştgirê wê ye êrîş birin ser xetên eniya mixalifan û wargehên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ne. Di êrîşên balafirên şer ên Rûsya û rejima Esad da 7 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl jî birîndar bûn. ( İzzeddin İdilbi - Anadolu Agency )
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Parastina Sivîlan yên (Kum Spî) Îdlibê hatin hildan, li bajaroka Keferumayê kesek û li gundê El Barayê jî 5 sivîl hatin kuştin û 7 sivîl jî hatin birîndar kirin.
Di êrîşa rejima Esed yên dijî gundên Merc Ed Dahir û Îştabraqê hatin kirin da sivîlek hat kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.
- Meha borî 75 sivîl hatin kuştin
Li gor rapora parastina sivîlan ji ber êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê hatin kirin, di mehekê da 13 jê zarok bi tevahî 75 kes hatin kuştin.
Rejim bi alîkariya piştgirên xwe digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Ji herêma navborî ji mitabaqata Îdlibê ya di 17ê îlona 2018an da hat îmzekirin vir va nêzî milyonek sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.