Hamdi Yıldız
20 Mijdar 2026•Rojanekirin: 20 Mijdar 2026
Midûriya Giştî ya Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî ragihnd ku Hûsiyan êrîşî kuleyeke Navenda Fînansê ya li paytext Riyadê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji ser hesabê çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya ku navenda wê Amerîka ye hat diyarkirin ku ekîban midaxeleyî "êrîşa terorê" ya dijî yek ji kuleyên Navenda Fînansê ya li Riyadê kirin.
Di encama êrîşa hat gotin ku ji hêla "milîsên Hûsî yên terorîst" va hatiye kirin hin qatên kuleyê û li avahiyên hawirdor xisara madî çêbû lêbelê tiştek bi kesî nehat.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku ev çalakiya dijî hedefên sivîl bi awayekî eşkere îxlalkirina hiqûqa însanî ya navneteweyî ye û hat destnîşankirin ku êrîş "xetereya helwesta êrîşkar" ya ku Hûsiyan pejirandiye dibe ber çavan.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku yekîneyên eleqedar demildest piştî bûyerê midaxele kirin û ji bo parastina ewlehiya can û mal hemû tevdîrên hewce hatin hildan.