Elif Orhan
14 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
SOÇÎ
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku girîngiyê didin muhafezeya muxtiraya Îdlibê û got ku "Em kêfxweş in ku meqamên me yên eskerî li hev kirin ku li herêmê dest bi dewriyeyên hevpar bikin."
Serokomar Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn beriya Lûtkeya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya bi mijara Sûriyeyê li Sanatoryum Rûsê hatin bal hev.
Erdogan di serê hevdîtinê de axaftineke kurt kir û spasiya peyama sersaxiyê ya Pûtîn a ji bo 21 kesên ku li Kartala li Stenbolê mirin kir.

Erdogan diyar kir beriya ku li ser mijarên dualî bisekinin dixwaze ku qala mijara Sûriyeyê bike û wiha axivî: "Em îro di tura duyemîn a Lûtkeya Sêalî de li Soçiyê ne. Wekî hûn dizanin biryara paşvekişînê ya Amerîkayê yek ji ezmûnên herî girîng ên li pêşiya me ye. Nediyariyên der barê tetbîqkirina biryarê de didomin. Gelekî girîng e ku em hember vê rewşa nû bi hev re bixebitin."
Serokomar Erdogan parastina yekîtiya axa Sûriyeyê destnîşan kir û bal kişand ser girîngiya awayekî hereketê ya ku hezkî PYD/YPG û hezkî DEAŞ be li ser berterefkirina her cure terorê disekine û ev gotin:
"Heta ku PYD û YPG ji Minbicê ji rojhilatê Feratê neyên paqijkirin û ev herêm dewrî xwediyê xwe yê rastîn neyên kirin yekîtiya axa Sûriyeyê nayê pêkanîn. Heke seba ji holê rakirina fikarên me yên ewlehiyê xizmetê bike em jî piştgiriyê didin fikra herêma ewledar. Hevdîtinên me yên bi Amerîkayê yên li ser hûrgiliyan dewam dikin. Em kêfxweş in ku Rûsya jî vê fikrê erênî dibîne. em dixwazin ku di vê mijarê de di nav kordînasyonê de tevbigerin."
- "Dewriyeya hevpar"
Erdogan diyar kir ku girîngiyê didin parastina muxtiraya Îdlibê û wiha axivî: "Hevalên me di nav xwe de xebatên girîng kirin. Ji Rûsyayê daxwaza me ew e ku girêdana xwe ya vê nêrîna ku me bi dewleta wan re pêk anî bidomînin."
Erdogan got ji bo çareserkirina pirsgirêka der barê komên radîkal ên li Îdlibê de û bi taybetî ji bo ku êrîşî baregeha Hmeymîmê ya Federasyona Rûsyayê neyê kirin gelekî hewl didin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em kêfxweş in ku meqamên me yên eskerî li hev kirin ku li herêmê dest bi dewriyeyên hevpar bikin. Me bi balafirên bêmirov li herêmên ji çekan hatine paqijkirin kontrol kirin û em rastî hêmanên çekên giran nehatin. Gelekî girîng e hevkariya ku li Îdlibê ji bo bikaranîna sehaya asîmanî hat nîşandan li herêma Efrîn û Herekata Mertala Firatê jî bê nîşandan. Bêguman e ku dê ji bo seferan bi Hmeymîm re di nav kordînasyoneke tam de bin. Divê xitimîna Komîteya Destûra Bingehîn bê çareserkirin. Em dikarin ku fikarên NYyê bidin ber çav û îlana komîteyê di demek kurt de bikin."
Piştî daxuyaniyê hevdîtin ji çapemeniyê re hat girtin.
Hevdîtina bi serokatiya Erdogan û Putîn a di navbera heyetên herdu welatan de bi qasî 50 deqîqeyî dewam kir. Di hevdîtinê de di heyeta Tirkiyeyê de Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Serokê Pîşesaziya Parastinê Îsmaîl Demîr amade bûn.