WASHINGTON
Rayedarekî payebilind ê DYAyê diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAEŞê de bi Tirkiyeyê re hevkariyeke gelek baş dikin û wiha dewam kir: "Ez vê yekê pir ecêb dibînim ku der heqê meselekê de dibêjin filan welatî çikir, çi nekir. Ya rastî di koalîsyonê de 62 welêt cih digirin û gelo di nav van welatan de balafirên çend heban radibin? Hindikên wan."
Rayedar destnîşan kir ku Tirkiye di koalîsyonê de hevalbendekî gelekî baş e, penaberan dihewîne, baregehên xwe vekiriye, di têkoşîna li dijî DAEŞê de bi tenê Tirkiyeyê derdixin pêş û ji ber vê jî rexne lê tên kirin û ew vê yekê "pir ecêb" dibîne.
Der heqê îdiayên nûçeyên ku Tirkiye êrîşî DAEŞ û PKKê dike de jî got: "Tirkiye li welatê xwe rastî êrîşên PKKê tê. Hemû welat mecbûr in ku welatiyên xwe biparêzin, em jî wek DYA vê yekê dikin."
"Tirkiye welatekî pir dilxwaz e"
Rayedarê DYAyê bi bîr xist ku di têkoşîna li dijî DAEŞê de bi Tirkiyeyê re hevkariya wan didome û axaftina xwe wiha domand: "Ez vê yekê pir ecêb dibînim ku der heqê meselekê de dibêjin filan welatî çikir, çi nekir. Ya rastî di koalîsyonê de 62 welêt cih digirin û gelo di nav van welatan de balafirên çend heban radibin? Hindikên wan."
Welatên ku li dijî DAEŞê di koalîsyonê de cih digirin ne bi zorê bi dilê xwe tevlî koalîsyonê dibin û ji hêla eskerî, siyasî û aborî ve piştgiriyê didin, rayedar jî bal kişand ser vê taybetiyê û wiha got: "Tirkiye hevalbendekî pir dilxwaz e û di vê meseleyê de hewlên xwe zêde kir. Tirkiye li ser sînorê xwe ev demeke dirêj e bi vê meseleyê re eleqedar e. Ev mesele ji bo wan ne mijareke teorîk e, lewra li ser sînorê wê pirsgirêkeke rastî heye û nêzî 2 milyon penaber jî mêvanê wê ne. Niha jî ji bo têkoşîna li dijî DAEŞê çêtir bimeşe baregehên xwe vekirin lê hê jî rastî rexneyan tê. Ev yek ji min re pir ecêb tê."