Türkan Tosun
27 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2019
CARACAS
Qismeke dîplomatên Amerîkî yên li Balyozxaneya Caracasa Venezuelayê wezîfedarbûn vegeriyan welatê xwe.
Hat ragihandin ji bo ku têkiliyên ticarî, kar û barên koçberan bê meşandin ofîs bên vekirin 30 rojan muzakere wê bên kirin.
Wezareta Karên Derva yê Venezuelayê daxuyand dîplomatên Amerîkî yên li Balyozxaneya Caracasê wezîfedarbûn ji 25ê Çileya Paşîn pê va vegeriyan welatê xwe.
Hat gotin ji bo ku têkiliyên ticarî yên di navbera herdu welatan da û kar û barên koçberan bê meşandin li Caracas û Washîngtonê ofîs bên vekirin muzakere wê bên kirin, ev muzakere jî wê di nav 30 rojan da bên sînorkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin heta ev dem temam bibe di herdu balyozxaneyan da xebatkarên dîplomatîk wê li ser karê xwe bin, heke herdu welat di mijara vekirina ofîsan da li hev nekin ewê jî di nav 72 saetan da welêt terk bikin.
Ji bilî van agahiyan hat gotin Komara Venezuelayê wê serxwebûna xwe û desthilatiya xwe biparêze, mudaxaleya derva ya li dijî welêt wê neyê qebûlkirin û divê welêtên din li hember vê bi awayekî rêz û wekhev tevbigerin.
- Li Venezuelayê çi bûbû?
Li Venezuelayê alîgirên muxalefetê û deshilatê di 23yê Çileya Paşîn da roja çarşemê mitîng li dar xistibûn û van mitîndan tesîreke mezin li ser rewşa welêt û herêmê kiribû.
Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaidodi mitînga muxalefetê da gotibû ew hikûmeta Serokê Dewletê Nicolas Maduro nas nake û xwe wekî "serokê dewletê yê berwext" îlan dike. Li ser vê di serî da Amerîka, welatên wek Kanada, Kolombiya, Peru, Ekvador, Paraguay, Brezîlya, Şîlî, Panama, Arjantîn, Kosta Rîka û Guatemalayê serokatiya wî qebûl kiribûn.
Welatên wek Meksîka, Tirkiye, Rûsya, Kuba, Çîn û Bolivyayê jî piştgirî dabûn hikûmeta Maduro û serokatiya Juan Guaidodî qebûl nekiribûn.
Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro piştî van geşedanan daxuyandibû wî bi Amerîkayê ra hemû têkiliyên dîplomatîk û polîtîk qût kiriye û ji bo dîplomatên Amerîkayê bi qasî 72 saet wext daye ku ew welêt biterikînin.