SELAHADDÎN
Hat ragihandin ku Rêxistina Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) nahiyeya Silêyman Begê ya girêdayî navçeya Tûzhûrmatûyê bi çekên giran dorpêç kir.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin hêzên DÎŞIyê heta derengê şevê topên hewanê avêtin herêmên cuda yên Silêman Begê û ji aloziya ku derket sûd wergirt û karî ku bikeve dora nehiyeyê. Milîtanên DÎŞIyê xwestin ku berê sibê hin qereqol û saziyên kamûyê bi dest bixin û di navbera wan û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket.
Milîtanan nehiyeyê dorpêç kirin û ketin nav hin herêman. Ji bo ku milîtanan ji herêmê derxînin hêzên teqwiye şandin li herêmê. Lêbelê hêzên artêşê ji ber tirsa dibe ku sivîl zirarê bibînin, nikarin ku çekên giran bi kar bînin. Operasyona hewayê jî hê jî nedan destpêkirin. Hat ragihandin ku ji ber vê yekê pevçûn berdewam dikin û DÎŞIyê hêj ji herêmê dernexistin. Hat îdiakirin ku milîtanan rêya Kerkûk û Bexdayê bi dest xisitn.
Li Silêman Begê ji ber pevçûnan qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Welatiyên dîtî gotin ku ji ber dengên berik û bombeyan nikarin derkevin derve.