MÛSIL
Wezareta Berhemên Dîrokî û Tûrîzmê yê Iraqê da zanîn ku DÎŞIya rêxistina terorê êrîşî bajarê Nemrûd ê dîrokî yê ku ji heyama asûriyan ma kir û di encama êrîşê de bajar bû kavil.
Wezaretê daxuyaniyek da û diyar kir ku milîtanên DÎŞIyê êrîşî bajarê Nemrûd ê ku ji heyama Asûriyan (B.Z 1244-1373) maye û 35 kîlometre dikeve başûrê rojhilatê Mûsilê, kir. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de cihê dîrokî bû kavil.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Milîtanên rêxistinê piştî êrîşên li ser Muze û Pirtûkxaneya Mûsilê niha jî êrîşê mîrateya hevpar a mirovahiyê û nirxên çandinî dike."
Bajarê Nemrûd ê dîrokî li kêleka robarê Dîcleyê ye. Tê îdiakirin ku milîtanên DÎŞIyê bi buldozeran herêmên dîrokî yên li Nemrûd xirab kirin.
Ji aliyê din ve Endamê Komîsyona Parastin û Ewlehiyê ya Parlementoya Iraqê Hesen Salîm daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got "DÎŞI beriya ku operasyona koalîsyona navneteweyî û artêşa Iraqê ya ji bo rizgarkirina Mûsilê dest pê bike, ket pey wê yekê ku zirarê bide hemû nirxên çandî û dîrokî."
DÎŞIyê li Iraqa ku gelek şaristanî lê hatine avakirin, mîrateya çandî û dîrokî xirab dike. Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li ser vê yekê bangî civaka navneteweyî kir ku ev berhemên navborî bên parastin.