ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê da axivî.
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da bal kişand ser lehiya ku li robarê Merîçê rabû û wiha got: "Dewletê bi hemû derfetên xwe tevdîr hilda û şikir heta niha kes nemiriye. Wezîrên me ji bo tevdîran eleqeyeke mezin nîşan didin."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da wiha got: "Ez dixwazim bangî wan kesan bikim ku li hin bajarên me gel ditirsandin û digotin wê AK Partî midaxeleyî jiyana we bike. AK Partî diçe her derê welêt û bi her kesî ra dikeve nav têkiliyê, di nav azadiyê da pêşeroja hevbeş ava dike. Em partiya hemû Tirkiyeyê ne û em ê tim partiya Tirkiyeyê bin."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku AK Partî û gel tên cem hev, lê mixalefet di nav hewldanên koalîsyonê da ye û wiha dewam kir:
"CHP, MHP û HDP li ser rojeva Tirkiyeyê qala polîtîkayên xwe nakin, tenê hewl didin ku di ser AK Partiyê da siyasetê bikin. Em diçin Îzmir û Aydinê, di pey me ra Kiliçdaroglu diçe heman deran. Hêviya me ew e ku herin her derê welêt û ji Enqereyê derkevin. Înşeallah em ê di mehên pêş da herin hemû bajaran û di hilbijartinan da tûra duyem bikin. Bila ew tenê me teqîb bikin. Bira ew bi paralelan ra bimeşin, em ê li ser sirata misteqîm, bi gelê xwe ra bimeşin."