16 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
DOHA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag piştî ku Muzeya Berhemên Îslamî ya Qeterê ziyaret kir, li ser rojevê daxuyanî da û pirsên rojnamegeran bersivandin.
"Helwesta Tirkiyeyê neguheriye"
Bozdag diyar kir ku ew li herêmê dij in ku piştgiriya rejim û rêxistinên terorê hat kirin, rejimê sivîl jî kuştin û di polîtîkayên Tirkiyeyê yên heta niha da ji vî alî va guhertin çênebûn û wiha dewam kir:
"Ji ber ku Amerîka piştgiriyê dide rêxistinên terorê PKK/PYD/YPG/KCKê em bi Amerîkayê ra li hev nakin û em timî dibêjin ku tiştekî şaş û xelet e hûn radibin ji bo têkoşîna DEAŞa rêxistina terorê rêxistinên terorê yên din bi kar tînin. Di vî warî da polîtîkaya me û Amerîkayê yek nîne, em polîtîkayên cuda dişopînin. Ev helwesta Tirkiyeyê neguheriye. Tirkiyeyê Operasyona Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê li dijî rêxistinên terorê yên li herêmê kir. Ji aliyê din va jî piştgiriya bê qeyd û bend a ji bo rejimê jî Tirkiye şaş dibîne, em li dijî vê ne jî. Hin welat bê şert û merc piştgiriyê didin rejima Esed. Tirkiye jî di vê nuqteyê da dibêje ku divê rejim biguhere, ev qas sûc kiriye, sekna wî xelet e. Em bi vê polîtîkaya xwe va jî ji Rûsyayê jî ji Îranê jî cudatir difikirin. Ji ber vê yekê Tirkiye ne bi Rûsyayê û Îranê ra ber bi heman hedafan va dibeze, ne jî bi Amerîkayê ra ber bi heman hedefan dibeze.
"Em di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê da ligel heqî û rastiyê ye"
Bozdag wiha got "Em di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê da ligel welatekî an jî dijî welatekî nînin, polîtîkaya me ligel heqî û rastiyê ye."
Bozdag li ser pirsa rojnamegerekî ya "Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, 'Dibêjin ku çi baş bû ku bombe avêtin Esad. Kesê ku vê dibêje di dilê wî da merivtayî tuneye, meriv ji kuştina merivan zewq hilnade'. Hûn vê gotinê çawa dinirxînin?" got ku em di fêmkirina Kemal Kiliçdaroglu da tengasiyê dikşînin û wiha dewam kir:
"Parlamenterên xwe dişîne cem Esed, pê ra wêne dide kişandin. Ji aliyekî din va jî hemû kirinên Esed tune dihesibîne û weke ku veşartî piştgiriyekê dide Esed. Vê gavê tişta ku dike ev e."
Bozdag li ser çalakiya rûniştinê ya CHPyê jî wiha got: "Mumkin nîne ku bi rûniştinê va rê li ber AK Partiyê bigirin. AK Partiyê li ser rêya xwe wê berdewam be. Pêşniyaza min a ji bo wan ew e ku dema rûniştinê nîne, bira rabin ser piyan û AK Partiyê ji xwe ra bixin nimûne."
Bozdag li ser êrîşên çekên konvansiyonel ên ku li Sûriyeyê tên bikaranîn jî wiha got "Kuştina bi çekên konvansiyonel jî mîna kuştina bi çekên kîmyayî sûc e. Ji ber ku hûn bi herduyan jî însanên bêguneh, sivîlan, însanên bêçare û bêpenah dikujin."