27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzayî der barê êrîşa ku li Şanliurfayê li dijî xeta boriyê ya neftê ya Kerkûk-Yumurtalikê hat kirin da wiha got: "PKKyê sabotaja di meha remezanê da qebûl kir. Em hêvî dikin ku êrîşa dawîn berdewamiya siyaseta PKKyê nebe."
Dîzayî li Hewlêrê daxuyanî da rojnamevanan û êrîşên PKKyê yên li ser xeta boriyê ya neftê ku ji Iraqê diçe Tirkiyeyê nirxand.
Dîzayî destnîşan kir ku car caran li dijî xetê êrîş tên kirin û wiha got: "Ji ber êrîş, sabotaj û diziyê encamên neyînî dertên. Hin komên ku qerektera wan biçûk e ji bo menfeet û berjewendiyên xwe li dijî xetê sabotaj dikin. Carna jî wek mafyayê diziyê dikin."
Dîzayî diyar kir ku êrîşên li ser xetê zirareke mezin dide Iraqê û wiha got: "Ji ber ku temîrat zehf dewam dike, neft nayê sewqkirin. Ev jî ji bo me zirareke mezin e."