20 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Kudret Ozersayê Wezîrê Karên Derva yê Qibrîsa Bakur li Avahiya Wezareta Karên Derva piştî hevdîtinên dualî û di nav lijneyan da daxuyaniua çapemeniyê ya hevbeş dan.
Çavuşoglu destnîşan kir der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da hewlên propagandaya dijber hene û wiha got: "(Li Efrînê) Em di mijara talan û miemeleya dijî mirovahiyê da hesas in û em destûrê nadin. Jixwe hemû dinya dizane ku eskerên me tiştên wiha nekirine û nakin."
Mevlut Çavuşoglu der barê hevdîtina bi Mike Pompeoyê hat ciyê Rex Tillerson da jî destnîşan kir piştî pêvajoya qebûlkirinê ya li Kongreya Amerîkayê wê bi Pompeoyê ji bo Wezareta Karên Derva hat tayînkirin ra biaxive.
Çavuşoğlu li ser pirseke der heqê Minbicê da diyar kir di navbera Tirkiye û Amerîkayê da dema ku Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê hat serdana Enqereyê hişmendiyek ava bûbû û wiha dewam kir: "Li gor nexşerêya ku me li serê li hev kir duh em biçûyana gerekê YPG/PKK ji Minbicê derketa û derketina rêxistina terorê wê di çavdêriya Amerîka û Tirkiyeyê da pêk bihata. Me ji Amerîkayê ra negot ku hûn ji vir derkevin. Ji sala 2016an vir va soz didn me ku wê YPG/PKK derkeve. Amerîka li ser soza xwe nasekine."