Türkan Tosun
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
WASHINGTON
Rêvebiriya Emrîkayê 5 sazî û 5 kesên ku di nav de du eqrebayên Beşşar Essed jî hene li ser lîsteya mueyîdeyê zêde kir.
Ofîsa Kontrola Hebûnên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Emrîkayê (OFAC) daxuyand ku ji ber êrişên rejima Esed a li hember gelê Sûriyeyê hin biryarên mueyîdeyê yên nû hatin dayîn.
Hat gotin ku navê welatiyên Sûriyeyê Ihab Mahluf, Iyad Mahluf, Mihemed Ebbas, Samir Şakir Derwêş û Mihemed Bîn Mihemed Frîs Quwaydir di lîsteya mueyîdeyê de hatine nivîsandin.
Ihab Mahluf û Iyad Mahluf eqrebayên karsazê milyarder Ramî Mahluf in. Ramî Mahluf jî ji hêla dê va eqrebayê Beşşar Esed e û Emrîka ji sala 2008an vir va mueyîdeyê li ser Mahluf dike.
Ji bilî van kesan şirketên bi navê Al-Ajnihah û Barly off-shore yên ku navenda wan Şam e, Bankaya Îslamî Cham, Komeleya El-Bustanê û Şirketa Teknolojiyên Agahiyê ya Sûriyeyê jî di lîsteya reş de hatin nivîsandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komeleya El-Bustanê ji ber ku di bin kontrola malbata Mahluf de ye di lîsteyê de hatiye nivîsandin.
Wekîlî Dîrektorê OFACê John Smîth der barê mijarê de got ku hikûmeta Sûriyeyê êrîşî sivîlan dike û DYA jî li hember van êrîşên hovane kes û saziyên alîkariya Esed dike hedef digre.
Emrîkayê di meha nîsanê de jî ji ber êrişa kîmyayî ya li Îdlîbê navê 271 welatiyên Sûriyeyê yên ku li Navenda Lêkolîn û Xebatên Zanistî ya Sûriyeyê de wezîfedar in di lîsteyê de nivîsandibû.