29 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
CHICAGO
Li Emrîkayê piştî "Black Friday-Îna Reş" herî zêde daxistin, di roja "Memorial Day-Roja Bibîranînê" da tê kirin û ji ber hindê di van rojan da navendên danûstandinê pir qerebalix bûn.
Emrîkiyan "Roja Bibîranîna Neteweyî" ku yek ji mezintirîn betlaneyên welat tê hesibandin, bona ger û danûstandinê wekî derfet nirxand.
Li gorî ajansa gerê ya Emrîkayê AAAyê, di betlaneya "Roja Bibîranîna Neteweyî" ya ku di navbera 27-29ê gulanê da 3 rojan ajot da nêzîkî 39 milyon kes derketin gerê. 34.6 milyon geştiyarên Emrîkayî jî rêbej tercih kirin.
Li Emrîkayê Roja Bibîranîna Neteweyî ligel betlaneyê wekî derfeta danûstandinê jî hat nirxandin. Di vê serdemê da zêdetirî 100 milyon welatiyan danûstandin kir. Ji ber ku piştî "Black Friday-Îna Reş" herî zêde daxistin, di roja "Memorial Day-Roja Bibîranînê" da tê kirin û ji ber vê yekê jî mixazeyên ku xwestin zehftir muşterî bikişînin cem xwe, bihayên xwe daxistin.