Abdullah Tel
19 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
BEXDA
Li gor encamên teqez ên hilbijartina giştî ya Iraqê ku di 12 gulanê da hatibû kirin koalîsyona Muqteda Sedr bû yekemîn.
Riyad Bedranê Serokê Daîreya Komîseriya Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê di avahiya komîseriyê ya li Bexdayê da civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku li gor encamên teqez ên hilbijartinê koalîsyona Sedr piştgirê wê bû di hilbijartinê da bû yekemîn. Koalîsyona Saîrûnê ya Sedr di parlementoya Iraqê da ji 329 parlamenteran 54 parlamenter qezenc kirin.
Bedran got ku koalîsyona Fetîhê ya ku pêşengê wê ji fermandarên Heşdî Şebiyê Hadî Amirî bû jî 47 parlamenter qezenc kirin û di hilbijartinê da bû duyemîn. Koalîsyona Nasirê ya bi lîderiya Serokwezîr Heyder Îbadî jî 42 parlamenter qezenc kirin û bû sêyemînê hilbijartinê.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi Serokatiya Mesûd Barzanî 25, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 17, Goranê 5 û Tirkmenan jî li Kerkûkê 3 parlamenter qezenc kirin û şandin meclisa Iraqê.