WASHINGTON / TORONTO
Li DYAyê di îlona borî de 4 endamên PKKyê dema ku dê ji Meksîkayê bi awayekî dereqanûnî biketina DYAyê hatin girtin. Hat ragihandin ku dadgerê koçberiyê 2 kes ji van qaçaxan serbest berda û kesên ku hatin berdan reviyan Kanadayê û hewl didin ku wir mafê penaberiyê bi dest bixin.
Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê DYAyê Jeh Johnson di rûniştina Komîteya Ewlehiyê ya Navxweyî ya Parlementoya Nûneran a der barê ewlehiya sînor de li ser pirsa endamekî Kongreyê got ku "(Ji 4 kesên ku qala wan tê kirin) 2 kes hatin girtin. Her du kesên din jî her çiqas daxwaza min ne wisa be jî dadgerê koçberiyê ew serbest berdan û ew kes reviyan Kanadayê. Ew kes niha hewl didin ku mafê penaberiyê bi dest bixin."
Parlementerê komarparêz Jason Chaffetz jî di rûniştinê de di vê mijarê de rexneyên tund li Johnson kir û di daxuyaniyên xwe yên berê de Johnson bi "sedî sed vegerînê" sûcdar dike. Chaffetz bi bîr xist ku Wezîr Johnson di rûniştina berê de gotibû ku dê van kesan dersînor bikin û wiha axivî: "We gote hemû cîhanê ku em dê van 4 kesên ku têkiliya wan bi rêxistineke terorê re heye, dersînor bikin lê ev yek bi cî nehat. Ji wan 2 kes hatin berdan."
Johnson diyar kir ku ev kes di pêvajoya dersînorkirinê de bûn lê dadgerê koçberiyê ji wan 2 kes serbest berdan. Johnson li ser pirseke din ê Chaffez da zanîn ku ji bo ku endamên rêxistinê paş ve bidin DYAyê dê tu hewlê nedin û tevî bûyerên koçberiya şexsî jî nabe.
Ji bo PKKyê negot rêxistina terorê
Johnson bi awayekî eşkere negot ku PKKya ku ev 4 kes endamê wê ne "rêxistina terorê" ye. Endamekî Kongreyê pirsa "Têkiliya van kesan bi rêxistineke terorê re heye ne wisa?" pirsî. Johnson li ser vê pirsê got ku "Wekî ku me cara din jî got hin pirs hene ka ew cihê ku têkiliya wan pê re heye wek rêxistina terorê tê nirxandin an na."
Johnson li ser pirsa "Lê belê ev (rêxistin) ji aliyê Wezareta Karên Derve ve wek rêxistina terorê hatibû sinifandin, gelo rast e?" got ku "(4 kesên ku qala wan tê kirin) Endamên PKKê ne an jî endam bûn." Chaffetz heman pirs dubare kir û Johnson li ser vê yekê got ku "Ez berê we didim Wezareta Karên Derve."
Chaffetz di dawiya vê axaftinê de got ku "Birêz Wezîr va ye pirsgirêk di vir de ye. Hûn tên vir û îlanî cîhanê dikin ku hûnê van 4 kesên ku têkîliya wan bi terorê re heye dersînor bikin -ev kes terorîst in- hûn pişt re jî wan dersînor nakin, wan serbest dihêlin. Li gor ku min fehm kiriye dikarin biçin Arîzona û eyaleta Washingtonê, ji wir jî bi awayekî dereqanûnî derbasî Kanadayê dibin. Gelo ev rewş der barê mijara ka hûn ji bo dersînorkirina sûcdaran çi dikin de gelek pirsan nayne bîra mirov? Têkîliya van kesan bi terorê re heye" û bertek nîşan da.
Chaffetz di rûniştina komîteyê ya di 17ê îlonê de jî ji Johnson gelek pirs pirsîbûn. Johnson pişt re di civîna saziyeke ramanê de digel ku di lîsteya terorê ya DYAyê de cî digire jî dîsa PKKya rêxistina terorê wekî "Organîzasyoneke ku li Iraqê herêma Kurdistanê diparêze û li dijî DÎŞIyê şer dike" bi nav kiribû.
-"Me agahî xwest"
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Serbalyozê Ottawayê yê Tirkiyeyê Selçûk Unal jî der barê mijarê de bi awayekî devkî û nivîskî cem Wezareta Karên Derve ya Kanadayê hewl da û agahî xwest.
Serbalyoz Unal daxuyaniyek da nûçehinê AAyê û got ku "Me ji meqamên Kandayê agahî xwestin û meqamên Kanadayê jî bersiva navberê dan û diyar kirin ku dê der barê mijarê de lêkolînê bikin. Em wek balyozxane mijarê ji nêz ve dişopînin."
Wezareta Karên Derve ya Kanadayê jî der barê rewşa du kesên endamên PKKyê de bi awayekî zelal bersiva pirsên nûçegihanê AAyê neda û qanûnên koçberî û îlticayê ya berdest a ku tên tetbîqkirin referans nîşan da. Wezaretê nexwest agahiyê bide ka her du endamên rêxistinê li ku ne.