Nihat Kavşut
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
CAKARTA
Wezareta Karên Derva ya Endonezyayê bertek nîşanî biryara Guatemalayê da ku balyozxaneya xwe bar dike Qudsê.
Li gor daxuyaniya li ser Twittera Wezareta Karên Derva ya Endonezyayê hat dayîn hikûmeta Endonezyayê biryara Guatemalayê ya ji bo barkirina balyozxaneyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ev biryar dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha hat ragihandin: "Ji bona rewşa Qudsê meşandina paymaneke navneteweyî û çareseriyeke dudewletî zehf girîng e."
Jimmy Moralesê Serokomarê Guatemalayê 2 roj berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku wê balyozxaneya xwe bar bikin Qudsê.
Guatemalaya welatê Amerîkaya Navîn ji hêla aboriyê va piranî girêdayî alîkariyên Amerîkayê ye.