Elif Orhan
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
İSTANBUL
Serokomar Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres re bi telefonê axivî. Di axaftinê de li ser mijarên Filîstîn û Sûriyeyê sekinîn.
Erdogan di axaftina xwe ya bi Guterres re de destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî bertekeke tundtir nîşanê wehşeta Îsraîlê ya li Xezeyê bide.
Serokomar Erdogan û Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres di axaftina bi telefonê de nirxandin geşedaneke erênî ye ku Konseya Mafên Mirovan a NYyê Îsraîl şermezar kir û qebûl kir ku ji bo lêkolîna bûyerên li Xezeyê komîsyoneke serbixwe bê avakirin