İbrahim Khazen,Mahmut Geldi
05 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2023
Di nûçeya ajansa nûçeyan ya fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê da hat gotin Wezareta Hec û Umreyê daxuyand ku ji 3yê Tîrmehê roja duşemê pê va serîlêdanên vîzeyên elektronîk yên ji bo umreyê dest pê kir.
Hat gotin Wezareta Hec û Umreyê ji bo ku hejmara Misilmanên umreyê ziyaret dikin zêde bibe dixebite, ji bo vê jî pergala "Nusuk"ê ya ku hecac û kesên dixwazin umreyê ziyaret bikin li ser înternetê serî li vîzeyê bidin xist rewacê.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin kesên dixwazin ji dervayî welêt ji bo umreyê bên Mekkeyê û li Medîneyê jî Mescîda Nebeviyê ziyaret bikin dikarin serî lê bidin, yên vîzeya xwe hildan dikarin ji 1ê Muharrema 1445an (19ê Tîrmehê) pê va bên axa pîroz.
Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdî daxuyandibû ku îsal ji 150 welatan milyonek û 845 kes bûn hecî.