Türkan Tosun
03 Mijdar 2019•Rojanekirin: 05 Mijdar 2019
Saziya Piyasaya Erebistana Siûdî ji bo ku qismekî para şirketa neftê ya neteweyî ya Aramcoyê bifroşin gel daxwaza ku hatibû kirin qebûl kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya saziyê da hat gotin daxwaza pêşkêşkirina gel hatiye qebûlkirin, lê beriya pêşkêşkirina gel tabloyên fînansî, rapora ku tê da der barê xebat û rêvebiriyê da agahî hene wê bên weşandin ku kesên dixwazin veberhênanê bikin der barê van da bibin xwedî agahî.
Der barê dîroka pêşkêşiya gel da agahî nehat dayîn.
Mîrzeyê Welîehd Mihemed bîn Selman di çarçoveya Vîzyona 2030an da eşkere kiribû ku qismekî hîseyên Aramcoyê wê bifroşin gel, dahata ji vê firotinê va ewê di qadên din da veberhênanan bikin.
- Êrîşa dijî tesîsên neftê yên Saudî Aramcoyê
Di 14ê Îlonê da li hemberî du tesîsên neftê yên Saudî Aramcoyê êrîş hatibûn kirin û şewat derketibûn. Di şewatan da tu kes nemirîbû û birîndar nebûbû.
Hûsiyên Yêmenê îdia kiribûn bi 10 SÎHAyan va wan ev êrîş kirine.
Hatibû daxuyandin ji ber vê êrîşê di hîlberîna neftê ya rojane a welêt da 5,7 milyon warêl daketiye.