27 Sibat 2016•Rojanekirin: 29 Sibat 2016
ANKARA
Lêkolîner û Nivîskar Hakki Oznur diyar kir Beşşar Esed û Fehman Hiseyînê bi navê "Bahoz" ku serkêşê rêxistina TAKa êrîşa li Enqereyê hilda ser stûyê xwe ji zanîngehê hevalên hev in û wiha dewam kir: "Ev çalakî li ser xeta Şam-Moskovayê hatiye plankirin. Salih Muslimê ku têkiliya wî bi rejima Sûriyeyê re heye li Qendîlê piştî ku bi Fehman Hiseyîn re hevdîtin kiriye ev çalakî hatiye plankirin û bi erêkirinê jî hatiye sepandin."
Oznur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên kurewî yên xêrnexwaz dixwazin bi teror û tundiyê ve Tirkiyeyê bikişînin nav şerê herêmî û ji bo vê jî li dijî Tirkiyeyê konsorsîyûma terorê avakirin.
Nivîskar û lêkolîner Oznur destnîşan kir ku PKK û PYD mutefîkên hêzên xurt nînin û ew bi tenê ji bo wan haceteke û wiha pê de çû: "DYA, Rûsya û rejima Esed ji bo destê Tirkiyeyê teng bikin PKK/PYDê bi kar tînin. Êrîşa ku li navenda dewletê hat kirin organîzasyoneke kurewî bû. DYA, Rûsya û rejima Esed hay ji plana êrîşa TAK, PYD û yan jî YPGê hebûn."
Oznur got ku Beşşar Esed û Fehman Hiseyînê bi navê "Bahoz" ku serkêşê rêxistina TAKa êrîşa li Enqereyê hilda ser stûyê xwe ji zanîngehê hevalên hev in û wiha dewam kir: "Ev çalakî li ser xeta Şam-Moskovayê hatiye plankirin. Salih Muslimê ku têkiliya wî bi rejima Sûriyeyê re heye li Qendlê piştî ku bi Fehman Hiseyîn re hevdîtin kiriye ev çalakî hatiye plankirin û bi erêkirinê jî hatiye sepandin."
- "TAK dixwaze YPGê pak nîşan bide"
Oznur ragihand ku telîmata çalakiyê ji Qendîlê hat dayîn, milîtanên PKKê ev çalakî li dar xistin û paşê jî TAKa ku qaşo girêdayî PKKê nîne berpirsyariya êrîşê hilda ser xwe û wiha dewam kir: "Paşê PKK radibe dibêje TAK ji bêyî me çalakiyan li dar dixe. Dibêjin ew ji me cihê ne û dixwazin bi wî şeklê xwe paqij nîşan bidin. Ev dezenformasyona PKKya klasîk e û bi salan e tê zanîn. TAK bi hildana berpirsyariya êrîşê ve dixwaze YPGê pak nîşan bide. TAK ji bo guhertina stratejiyê tê nîşandan. DYA, NATO, Rûsya û PYDya piyonê rejima Esed di qada navneteweyî de ketin tengasiyê. PKK/PYDya rêxistina terorê ji bo di platforma navneteweyî de ji tengasiyê xilas bibe xwestiye ku bila 'TAK' êrîşa li Enqereyê hilda ser stûyê xwe."