Haydar Şahin
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
RİYAD
Di daxuyaniya serokatiyê da hat diyarkirin ku li gor rêziknameya Otêlên Tûrîstîk û Qonaxan dibê di qenalên serî yên televizyonên van saziyan da qanalên fermî yên dewletê bên qeydkirin û li Erebistana Siûdiyê qenalên xeyrî exlaqî û dijî dîn jî qedexe ne dibê di lîsteyan da tunebin.
Serokatiyê xwest ku li gor rêziknameya eleqedar hemû qenalên El-Cezîreya Qeterê ji nav qenalên tevizyonan bên bê derxistin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ew ê li saziyên ku vê qenalê di nav lîsteya xwe da bihêlin 100 hezar riyalê Erebistana Siûdiyê (26,6 hezar dolar) ceza bibirin.