07 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
DUHOK
Deriyê Sînor ê Uzumuluyê ya Çukurcayê bi mizgîniya Serokwezîr Bînalî Yildirim hefta çûyî cardin ji çûyîn û hatinê re hat vekirin. Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) gel ji ber vê kêfxweş bû.
Qaymeqamê Amediyeya girêdayê Duhokê Îsmaîl Mistefa ji nûçegihanê AAyê re got ku ji 25ê tebaxê vir ve welatiyên Iraq û Tirkiyeyê ji Deriyê Sînor ê Uzumuluyê ya Çukurcayê diçin û tên û ev ji bo HKIyê kêfxweşiyek e.
Mistefa got ku deriyê sînor ji ber bûyerên terorê ev 2 sal in girtîbû, lê vekirina derî ve bazirganiya di navbera herdu welatan cardin dest pê kir û wê bibe sedema hevkariya civakî.
Mistefa anî ziman ku tevdîrên ewlehiyê hatine dîtin û wiha axivî: "Welatiyên me çawa ku ji Deriyê Sînor ê Xelîl-Xaburê derbas dibin, wê ji vir jî derbas bibin. Ev ji bo gelê herêmê xizmeteke mezin e. Ev derî 25 kîlomêtro dûrî Amediyeyê ye û cihekî stratejîk e. Welatî wê di dahatûyê de qezenceke mezin bi dest bixin."
- "Ji bo gelê herêmê xizmeteke mezin e"
Midûrê Nehiyeyê ya Kanîmasiyê Samî Uşane destnîşan kir ku deriyê sînor ji bo wan gelek girîng e û wiha got: "Ji ber bûeyerên terorê yên li Iraq û herêmê kes derbas nedibû. Ji ber ku cardin hat vekirin em kêfxweş in. Lewra bi her awayî wê feydeyê bide gel."
Uşane diyar kir ku ji ber PKKyê û bûyerên terorê tenê sivîl derbas dibin û got ku sala pêş wê wesaîtên ticarî jî derbas bibin.
Uşane destnîşan kir ku ji bo ewlehiyê bi Tirkiyeyê ra dixebitin û wiha dewam kir: "Walîtiyên Duhok û Hekariyê wê tevdîran hildin. Wê di nav têkilî û pêwendiyan da bin."
- "PKK ji bo hizûr û aramiya herêmê gef û talûke ye"
Uşane diyar kir ku hebûna PKKyê ji bo hizûr û aramiya herêmê gef û talûke ye û wiha dewam kir: "PKK ji bo herêm û deriyê sînor gef û talûke ye. Lewra heta li vir bin wê gel di nav metirsiyê da be. Heger PKK ji vir dûr bikeve wê gel rehet bibe. Ji bo vê jî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê da hevkariyeke mezin lazim e."
Uşane diyar kir ku rakirina sepandina vizeya elektronîk ji bo welatiyan dibe pisgirêk û got ku heger e-vize cardin dest pê bike wê rojane 200 hezar kes ji deriyê sînor derbas bibin.
Deriyê Sînor ê Uzumluyê ya Çukurcayê ji ber bûyerên terorê ev demek e girtî bû û piştî ku li herêmê ewlehî pêk hat di 25ê tebaxê da bi 16 wezîfedaran va careke din dest bi xizmetê kir. Waliyê Hekariyê Cuneyt Orhan Toprak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîrxist ku Midûriyeta Gumrukê ya li herêma Uzumluyê di sala 2015an da dest bi xebatan kir.
Toprak got ku 8 personelên li vê derê wezîfedar bûn dema vedigeriyan Yuksekovayê ji hêla mensûbên rêxistina terorê va hatin revandin û piştî mehekê serbest hatin berdan û wiha pê da çû: "Ji ber ku ev bûyer qewimîn ji ber pirsgirêka ewlehiyê Midûriyeta me ya Gumrukê hatibû girtin. Lê niha li ser biryareke Wezareta Gumruk û Bazirganiyê bi 16 personelan va me li vir dest bi xebatê kir.
Serokê Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Hekariyê (HATSO) Servet Taş û Serokê Odeya Pîşekar û Esnafên Hekariyê Îsmaîl Akboga diyar kiribûn ku ji ber vekirina deriyê sînor ew, esnaf û şêniyên Hekariyê gelekî kêfxweş in.