İbrahim Atmaca
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
ANKARA
Hat ragihandin, qada Gola Ûrmiyeyê ku li eyaleta Azerbaycana Rojava ya Îranê ye ji ber hişkahiyê di salekê da 23 kîlometre çargoşe kêm bûye.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran a Îranê (ISNA), Midûrê Azerbaycana Rojava yê Saziya Qenckirina Gola Ûmiyeyê Ferhad Serxoş diyar kir, hişkahî par jî bû sedema kêmbûna ava golê.
Serxoş got: "Qada niha ya Gola Ûrmiyeyê 2 hezar û 276 kîlometre çargoşe ye. Ev jî dide nîşan ku li gor par 23 kîlometre kêm bûye."
Rayedarê Îranî diyar kir, kûrahiya golê jî li gor par 2 santêm kêm bûye.
Gola Ûmiyeyê li dinyayê gola xoyê ya herî mezin a duyemîn tê zanîn. Gol li bakurê rojavayê Îranê ye û di navbera eyaleta Azerbaycana Rojava û eyaleta Azerbaycana Rojhilat da ye. Navê xwe ji bajarê Ûrmiyeyê ku Tirkên Azerî û Kurd lê dijîn hildide, beriya ku kêm bibe qada wê 5 hezar û 200 kîlometre çargoşe bû. Cihê ku herî zêde kûr e, 16 metre ye, lê piraniya golê ziwa bû.
Ziwabûna golê tesîreke neyênî li ser gelê der û dorê yê ku debara wan ji çandinî û heywandariyê tê, dike.
Yek ji wadên hilbijartinê yên Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bû ku xwedî li golê derkeve. Piştî ku hikûmeta Rûhanî hat ser wezîfeyê, ji bo ku di nav 10 salan da golê bîne wek halê berê, 6 milyar dolar budçe terxan kiribû û projeya hawirdorê ya herî mezin a welêt dabû destpêkirin.