01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2017
ÎDLIB/HELEB/ŞAM
Li Sûriyeyê artêşa Esed û komên terorîst ên biyanî yên alîgirên rejimê agirbesta ku bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê hat îlankirin îxlal dikin û êrîşî herêmên di bin kontrola mixalifan de dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên di xetên eniyan de bi dest xist artêşa rejima Esed û komên ku Îran piştgirî didê ji duh êvarê ve li gelek herêmên cuda yên welêt bi çekên giran ji bejayê û asîmanan êrîşê mixalifan dike.
Hêzên rejimê bi roketavêjên pirlûle, top û topên hewanê êrîş bir ser van herêman:
-Etarîba navçeya Helebê û bajaroka Xan Aselê
-Gundê el- Kebîr a girêdayî Halfaya bajaroka Hamayê
-Semta Waer û herêma Holayê ya bajarê Xûmusê
-Cîsr eş-Şuxura navçeya Îdlibê û bajarokên Badama û el-Naciyeyê
-Dumaya navçeya Şamê û bajaroka Herzemeyê
-Tevahiya bajarê Derayê
Her wiha hat dîtin ku li bajarokên Benan Al Xass, Al Mîntar û Kefer Kar a li çolwarê başûrê Helebê, navçeya Etarîbê ya li çolwarê rojava û herêma Cebel Ekrad a bajarê Lazqiyeyê bi balafirên şer êrîş tê kirin.
- Li bajarokê Kafr Daîlê 2 zarok mirin
Hêzên rejimê li rojavayê Helebê bajaroka Kafr Daîlê ya di bin kontrola mixalifan de xist û bû sedema mirina 2 zarokan.
Di vê navberê de mixalif dijî îxlalên rejimê bi fuzeyan dibistana topavêjan a di destê rejimê de ya li rojavayê Helebê û bajarokên Keferya û Fûayê ya Îdlibê yên ku di destê rejimê de ye hedef girtin.
Li Cobara semta Gutaya Rojhilat jî pevçûnên di navbera aliyan de berdewam dikin.
Ji aliyê din ve nûçegihanên AAyê yên li Newala Baradayê ya li çolwarê rojava ya Şamê dan zanîn ku duh şev herêm bi 2 bombeyên warîlê û 4 êrîşên asîmanî hedef hat girtin, êrîşên ku şev rawestiyan saetek beriya niha dîsa dest pê kirin.
Li Sûriyeyê agirbesta di navbera aliyên ku pev diçin duh şev bi saeta herêmî di saet 00.00an de (bi saeta Tirkiyeyê 01.00an de) ketibû meriyetê.
Ji aliyê hêzên rejimê ve îxlalkirina agirbesta ku Tirkiye û Rûsya garantorên wê ne destpêkirina hedefa mizakereyên siyasî yên li Astanaya paytextê Kazakistanê dixe zorê.
Tirkiye li gor peymanê li bendê ye ku Rûsya hewldanên xwe yên ji bo dawîlêanîna îxlalên hêzên rejimê yên ku garantorê wê ye zêde bike.