Sevim Hatun
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
GAZÎANTEP
Hejmara penaberên ji Sûriyeyê yên vegeriyan Cerablûsa ser Helebê ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de ji DAEŞê hatibû paqijkirin, 44 hezarî derbas kir.
Penaberên ku 6 sal berê ji ber şerê navxweyî revîbûn xwe sipartibûn Tirkiyeyê, vedigerin herêmên di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de ji DEAŞa rêxistina terorî hatin paqijkirin.
Sûriyeyî bi alîkariya Midûriyeta Bajêr a Îdareya Koçê vedigerin welatê xwe. Di nav de jin û zarok jî ronê nêzî 200î penaberên sûriyeyî tên ber Deriyê Gumrikê yê Karkamişê. Sûriyeyî piştî kontrolê derbasî Cerablûsê dibin.
Mensûbên Artêşa Sûriyeyê ya Azad li ber deriyê sînor xelkê Sûriyeyê pêşwazî dikin, eşyayên wan li wesayitan dikin û dibin malên wan.
Hat ragihandin ku ji roja ewil a herakatê vir ve hejmara sûriyeyên ji Tirkiyeyê vegeriyan Cerablûsê gihîşt 44 hezar û 106an.